Shouts
Want to share your thoughts about this artist? Join Last.fm or log in to leave a shout.
-
-
AZADIBOK
Haya min jê tunebû lê bi navê “Koma Bajar” komeke nû derketiye. Wê rojê hevalekî min strana wan a bi navê Ogit (Şîret) li min da guhdarkirin. Straneke pir xweş û germ bû. Rîtma wê bi min gelek xweş hat. Loma min gotinên stranê û wateya wê meraq kir. Lê mixabin gotinên wê yên kurmancî di înternetê de peyda nedibû loma min jî gotinên wê bi alîkariya wergera wê ya tirkî wergerand kurmancî. Hûn dikarin gotinên wê li jêr bibînin. Stran li ser şerê Dersîmê hatiye çêkirin. Qala koçkirina wan a bi zordarî a li Qonyayê tê kirin. Ha min ji bîr kir ku bibêjim: stran bixwe bi zazakî ye. Gotinên vê stranê jî dîsa ji aliyê Vedat Yildirim ve hatiye nivîsandin (bnr. nivîsa me ya bi navê “Hawara Gulê”) û stran jî jixwe ji aliyê wî ve tê xwendin. Vedat Yildirim solîstê Kardeş Turkulerê bû. Niha Koma Bajar ava kirine û solîstiya vê komê dike. Kêmasiyeke komê heye ku di albûma wan de stranên bi tirkî jî hene.
Actions
-
-
-
Nikbinlik
“...Ava Feratê tevlî Marmarayê bû...” Piştî salên 90’an ji bo Kurda serpêhatiyek nû xuya bû. Gelek kes ketin nav jiyana bajaran û jiyana gundî hêdî hêdî çû ser dilovaniya xwe. Ji ew salan heta îro, li metropolan nifşek ciwanên nû ku çavên xwe li metropolan vekirine gihîştin. Ev projeya me jî, bi zimanê muzîkê kete dû vê serpêhatiya hanê... Formên muzîkên yên bajarî –bi taybetî jî şêwaza alternatîf rockê- û şêwazên me yên kevneşopî di vê projeyê de tên cem hev û dengê me yê nû kifş dikin. Awazên me bi zimanên Kurdî û Tirkî tên strandin... Lê belê her du ziman jî bi xwe dizanin bê wê kengî xwe ifade bikin, hevdû bindestî nakin... Temayên awazên me, mîna jiyana metropolî rengîn in. Ji înşeetçîyan heta îşporteciyan, ji koçeran heta tirsokan(!), her kes mevanên me ne... Yanî, em dibêjin; “bajarê te çi dibêje...” Endamên Projê: Vedat Yıldırım (vokal), Burak Korucu (vokal), Emre Kula (gitara elektrik), Ari Hergel (gitara bas), Ferhat Güneş (klavye), Erdem Göymen (dahol).
Actions